Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê PSE'yê hate dayin, li ser anîna qeyûman a li ser 3 şaredariyên mezin ên HDP'ê got, ''Ev îşareta dawî ye ku Erdogan ji bo desthilata xwe kontrol bike demokrasiyê bi rengekî çalak diqulibîne.''
Serokê PSE'yê Sergey Stanîshev bi bîr xist ku vê havînê AKP di hilbijartinan de şikestineke giran xwariye û got, ''Xwestin ku demokrasiyê ji rê derxînin lê li Stenbolê û li deverên din, gel bihêz xwedî lê derket û Erdogan bi paş ve birin. Niha jî hikûmeta Tirk bi zorê şaredarên hilbijartî ji peywirê distîne û dixwaze desthilata xwe bi dest bixe. Divê partiyên muxalîf ên Tirkiyê û hêzên demokratîk ên Ewropayê bibin yek û li dijî hilweşandina demokrasiyê ya bi destê Erdogan dengê xwe derxînin.''
Stanîshev got PSD li bara rûdanên li Tirkiyê ew di nav fikaran de ne.