Protestoyên li Iraqê didome: 450 kes mirin,20 hezar kes birîndar bûn

Li Iraqê ji bo guherandina pergalê çalakiyên protestoyê didomin. Ji 1’ê Cotmehê û vir ve 450 kes di van çalakiyan de hatine kuştin.

Vê Yekşemê bi hezaran kes li Bexda û başûrê welat daketin kolanan. Li Qada Tahrîrê jî girseyeke mezin hatin ba hev. Roja Înê li heman qadê 20 çalakger û 4 polîs hatibûn kuştin.

Çalakgereke jin a bi navê Ayşa ya 23 salî got ku “Bi her cure metodan dixwazin me bitirsînin lê em ê li Qada Tahrîrê bimînin. Her roj hejmara me zêde dibe.”

Li bajarê Nasiriyeyê jî çalakger hatin ba hev. Heyeteke eşîrên ji herêmê jî tevlî nav çalakiyê bûn. Xwendekarekî bi navê Alî Rahîm ji AFP’ê re got, “Heta rejîm bikeve, em ê çalakiyan bidomînin.”

Li bajarên El Hîlla, Amara, Dîwaniye, Kût û Necefê çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî bîlançoya ku AFP’ê wergirtiye ji 1’ê Cotmehê heta niha herî kêm 452 kes hatine kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.