Protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li Maînz û Monchengladbachê bi çalakan protesto kirin.

MAÎNZ

Çalakiya ku li Gutunbergplatz a bajarê Maînz hate kirin êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin û yên 2’yê Tîrmehê di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîrannîn.

Di çalakiyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk bi armanca qirkirina Kurdan e, hate gotin ku divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin û firotina çekan jî bên dawîkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Dachversand des Ezidischen Fraûnenrats e.v belavokek hate xwendin.

Her wiha di axaftinên li ser navê TJK-E hatin kirin jî bal kişand ser êrîşên faşîst ên li Viyanayê.

MONCHENGLADBACH

Li bajarê Monchengladbach a Elmanyayê jî Yekîtiya Xwendevanên Kurd û Yekîtiya Xwendevanên Jin û ciwanên enternasyonalîst êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin. Çalakiya li pêşiya HBF’ê hate kirin belavoa ciwanên enternasyonalîst hate xwendin.

Çalakî bi dirûşma ‘Artêşa Tirk ji Kurdisanê bi cehenime’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

RENNES

Li ser banga Komeleya Jinê ya Zîn êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li Qada Repûblîqûe ya bajarê Rennes ê Fransayê hate protestokirin.

Di çalakiyê de bal kişandin ser berxwedana jinê û belavok belavkirin.

TOULOÛSE

Li Qada Jean Jaûres a bajarê Toûloûse ya Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê hate protestokirin. Meş li Qada Françoîs Verdîer bi dawî bû.

EVRY

Kurdistaniyan li bonliya Evry ya paytexta Fransa Parîsê jî bi meşekê êrîşên dewleta  Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kurdistan goristan ji bo faşîstan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Em PKK ne’ hatin qîrkirin û bang hate kirin ku li dorî Cenga Heftanînê bibin yek.

MONTPELLÎER

Komîna Jinan a Delal Amed li bajarê Montpellîer a Fransayê jî li Qada Comedîe standek danî û li ser êrîşan agahî parvekirin. Di tevahî çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

OSLO

Li paytexta Norweç Osloyê jî Kurdistanî û dostên wan ên Norweçî êrîşên deshilata AKP/MHP’ê ya li Kurdistanê li stasyona navenda Osloyê protesto kirin. Di çalakiyê de bang li welatê Norweç û Ewropayê hate kirin li dijî êrîşan rabin.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî bi çalakiyekê dagirkerî hate protestokirin. Çalakî bi dirûşmên ‘Tirkiye dagirker e’ û ‘Tirkiye qatil e’ hatin qîrkirin.