Polîsan êrîşî protestokirina êrîşa faşîst a li Lyonê kir

Li bajarê Lyonê yê Fransayê duh faşîstan êrîşî Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê kiribû û 4 Kurd birîndar kiribû. Vê êrîşa faşîstan hate protestokirin. Polîsan jî êrîşî Kurdan kir.

Li bajarê Lyonê yê Fransayê duh faşîstan êrîşî Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê kiribû û 4 Kurd birîndar kiribû. Bi tevlêbûna saziyên Fransayê ev êrîş îro bi çalakiyekê hate protestokirin.

Gel saet di 13.00’an de li Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê hatin ba hev û xwestin bimeşin. Bi sedan kes bi sloganên ‘Tolhildan’, ‘PKK gel e gel li vir e’ û ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan.

Meşvan dema ku gihiştin Avenûe Jean Jaûresê ji restoranteke Tirkên faşîst tevgerên nijadperest hate kirin û şer çêbû.

Di şer de polîsên Fransayê bi bombeyên gazê êrîşî meşvanan kir. Li kolanan di navbera gel û polîsan de şerekî demkurt çêbû.

Gel piştre li ber Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got “Ev tevgereke tolhildanê ye. Em ê hesap bipirsin. Li hemberî vê êrîşa faşîst em rêxistinkirina xwe xurt bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.