Platforma Li Dijî Tecrîdê Parastina Jiyanê: Berxwedan serfirazî ye

Li Ewropayê Platforma Li Dijî Tecrîdê Jiyan, diyar kir ku li hemberî tecrîdê serfirazî û berxwedan gelek girîng in û got, “Divê em destkeftiyan biparêzin.”

Platforma Li Dijî Tecrîdê Parastina Jiyanê ya Ewropayê di 4’emîn civîna xwe ya meha Hezîranê pêk anî de pêvajoya berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê nirxandin.

'HATE DÎTIN KU DESTKEFTÎ BI BERXWEDANÊ PÊK TÊN'
Platfromê, piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Daxuyanî wiha ye:
"1. Berxwedana grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên bi pêşengiya Leyla Guven 8’ê Mijdarê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirî û girtiyên zindanan û li deve gelek kes tevlî bûyî, heta astekê tecrîd şikandiye û ev jî ji hêla platforma me ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.
2. Em lehengên vê berxwedanê ku bi biryardariyeke mezin li dijî zilm û faşîzmê li ber xwe dayî, silav dikin. Berwedêran nîşanî her kesî daye ku berxwedanê faşîzm têk biriye.”

 BERXWEDÊRÊN FEDAÎ HATIN BIBÎRANÎN, DAYIK HATIN SILAVKIRIN
“3. Em her 8 nemirên ku di pêvajoya berxwedanê de çalakiya fedaî pêk anîn, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
4. Em, hewldana her kesê ku li derve ji destpêka berxwedanê ve bûyî dengê berxwedêran, bi dorveger ketî greva birçîbûnê û her cure ked û hewldan dayî, silav dikin. Em li ber berxwedan û vîna dayikan ku li dijî hemû faşîzmê li qadan li ber xwe dayî û bûyî sembola berxwedanê, bejna xwe ditewînin.
5. Berxwedan bi destkeftiyê gihişt encamê, ev jî bi biryardariya berxwedêrên hundir û derve û kesên xwedî li berxwedanan derketî bi ser ket.

'DIVÊ EM DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN Û MEZIN BIKIN'
6. Platforma me ya li dijî tecrîdê jiyanê diparêze, bi derengî hatibe avakirin jî, hewldana wê ya bilindkirina berxwedana li Ewropayê girîng e.
7. Platforma me destnîşan dike ku derb li faşîzmê hatiye xistin n lê belê bi giştî nehatiye hilweşandin, lewre bal dikêşe ser domdarî û mezinkirina têkoşînê.
8. Platforma me ji bo demekê hatibû avakirin û mîsyona xwe bi cih aniye.
9. Em, pêkhateyên Platformê bang li her kesî dikin têkoşîna hevpar bilind bikin û ji bo wê gavan bavêjin.
10. Em spasiyên xwe ji her kesê ku ked dayî platformê dikin, rêzên xwe pêşkêş dikin.”