PJAK’ê êrîşên li Belûcistanê protesto kirin
Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê PJAK’ê kuştina mirovan a li Belûcistan a Îranê û girtina mirovan protesto kirin.
Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê PJAK’ê kuştina mirovan a li Belûcistan a Îranê û girtina mirovan protesto kirin.
Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Îranê ya li Frankfûrtê hate kirin û li ser navê komîteya amadekar Cahanbaxs Rustem axivî û diyar kir ku li eyaleta Belûcistan di mîtîngekê de leşkerên Îranê gule li sivîlan reşandin, jin û zarok jî di nav de 10 kes hatin qetilkirin. Rustem got ku ew vê yekê protesto dikin.
Rustem sersaxî ji malbatên kesên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest.