Piştî qezaya trenê li Yewnanistanê, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin

Piştî qezaya trenê ya li Yewnanistanê ku 57 kesan jiyana xwe ji dest da, xwepêşandanên protestoyî piştî Atînayê li Selanîkê jî belav bûn, polîs ku midaxele kir cih bi cih bûyerên pevçûn çêbûn.

1’ê Adarê trena 350 rêwî tê de ku ji Atînayê diçû Selanîkê, li treneke bar qelibî û 57 rêwiyan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê, şefê îstgeha li Larîssayê û Wezîrê Veguhastinê Kostas Karamanîs îstîfa kir. Lê dîsa hêrsa gelê Yewnan dananî.

Ji ber qezayê bi sê rojan şîn hat ragihandin û hemû pîrozbahî hatin betalkirin. Li gelek derên welêt çalakiyên protestoyî li dijî hikûmetê hatin lidarxistin. Ji xeynî Atînaya paytexta Yewnanistanê, li Larîssa û Selanîkê jî çalakiyên protestoyî çêbûn û daxwaza darizandina berpirsan hat kirin.

XWEPÊŞANDERAN XWEST BIMEŞIN BER BI ŞIRKETA RÊYA HESIN VE

Duh êvarê, piştî xwepêşandanên ji bo bibîranîna qurbaniyên qezaya trenê, li ber parlamentoyê ku li Atînayê ye, bi hezaran kes ber bi avahiya navendî ya şirketa Hellenic Traîn ve ku rêyên hesinî bi rê ve dibe, meşiyan. Li gor nûçeya kenala televizyonê ya dewleta Yewnan, herî kêm 5 hezar kes tev li meşê bûne û polîsan êrîş kiriye û pevçûn çêbûne.

Hat zanîn ku hin xwepêşander hatine destgîrkirin. Xwepêşandanên ku bi piranî ji aliyê ciwanan ve tên kirin, tê payîn ku vê dawiya hefteyê jî pêk bên.

ENCAMA XEMSARIYÊ

Her wiha hat zanîn ku şefê îstgehê ku piştî lêpirsîna qezayê hatiye girtin, di warê pîşeyî de têr na zana ye. Li gor nûçeyên çapemeniya Yewnan, beriya qezayê pergala ETCS’yê ku çûnehata rêya hesinî sererast dike, nexebitiye û leza çûyînê ya trena qeza kiriye, 150 km bûye.