Piştevaniya bi HDP’ê re dewam e

Li ser banga NCKD li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê li pêşiya Form a Dûîsbûrgê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re kon hate vendan.

Ji bo protestokirina doza girtina HDP’ê li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de bi Kurdî, Tirkî û Elmanî axaftin hatin kirin û betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû jî protesto kirin.

Li dijî biryarên siyasî ya bloka faşîst a AKP-MHP’ê gel piştevaniya HDP’ê dike, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin.

Di çalakiyê de Parlementerê Berê yê HDP’ê yê Êlihê Sadet Becerîklî, TEKO-JIN û Hevserokê NCKD-Dûîsbûrg Niyazî Oztaş axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku vekirina dozê û qedexeya siyasî li dijî vîna gel e.

Li kon ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îmze hatin komkirin.