‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Wûppertalê ye

Pirtûkxaneya gerok a raman û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman li bajarê Wûppertal a Elmanyayê ye.

‘Pirtûka Rêbertî’ ya gerok ku li gelek welatên Ewropayê ji bo belavkirina raman û felsefe, dîsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digere, li bajarê Wûppertal a Elmanyayê bû.

Bi heman armancê pirtûkxane li bajarê Wûppertal a eyaleta NRW’ê standek danîn. Stand saet navbera 13:00-15:00’an li Laûrentîûs Platz Elberfeldê bi tevlîbûna saziyên Kurd û dostên wan pêk hat.

Li standê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name jî hatin îmzekirin.

Bi heman armancê wê roja Şemiyê li Essen û Aachenê jî çalakiyek bê kirin.