‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Saarbrucken û Trîerê bû
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya gerok a ji bo nasandina pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li raya giştî ya Ewropayê dest bi gerê kiribû, li paytexta Eyaleta Saarland Saarburcken û bajarê Trîerê bû.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku saet 12:00’an li Port Nîgra ya bajarê Trîerê hate pêşwazîkirin piştre derbasî Saarbruckenê bû.
Di çalakiya li Saarbruckenê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di nava hucreyekê de pirtûk hate xwendin.
Çalakî bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ dawî bû.