‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Frankfûrtê bû

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd li Ewropayê digere, li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê tûra xwe qedand.

Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji raya giştî ya Ewropayê re were nasandin, ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ vê carê li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê bû.

Kurd û dostên wan ên ji Frankfûrt, Darmstadt, Hanau, Offenbach, Maînz, Gîessen û Saarbruckenê hatibûn tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê derbarê jiyan û şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdarî hate kirin.

Li pêşiya wesayîta ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ stand hate vekirin û pirtûkên Abdullah Ocalan hatin pêşandan.