Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok li Darmstadtê ye

Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok li Darmstadtê ye. Pirtûkxane wê piştre biçe Ashaffenbûrgê.

Pirtûkxaneya gerok a ku wê raman, têkoşîn û mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman, li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bû.

Pirtûkxane ya ku ji aliyê NCKD a Darmstadtê ve hate pêşwazîkirin li Lûîsenplatzê cih girt. Pirtûkxaneya ku gel eleqeyek mezin nîşan da, pirtûk û brûşorên ku ramanê Rêberê Gelê Kurd vedibêje hatin belavkirin.

Her wiha li ser tecrîdê jî welatiyên serdana pirtûkxaneyê kirin jî hatin agahdarkirin.

Pirtûkxaneya gerok piştî Darmstadtê li bendê ye ku saet 15:30’î biçe Aschaffenbûrgê.