Peymana li ser Şengalê li Bîelefeldê protesto kirin
Ciwanên Êzidî û Başûrê Kurdistanê li Bîelefeldê peymana li ser Şengalê protesto kirin.
Ciwanên Êzidî û Başûrê Kurdistanê li Bîelefeldê peymana li ser Şengalê protesto kirin.
Li bajarê Bîelefeld a Elamnyayê ciwanên Êzidî û Başûrê Kurdistanê peymana di navbera Bexda-PDK’ê de ya li ser Şengalê bi belavkirina dîmenekê protesto kirin. Ciwanan bi zaravayê Kurdî Soranî û zimanê Tirkî daxuyanî dan.
Cıwanan di peyama xwe de anî ziman ku li hemberî gelê Êzidî yên li Şengalê pîlanek xiyanetê heye û got: “Şandina hêzên li Şengalê ne tenê ji bo Şengalê ji bo Başûrê Kurdistanê jî xeterî ye. Em serweriya PDK’ê ya li gel hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk dixwaze li Şengalê pêk bîne qebûl nakin. Bê biryar û erêkirina rêveberia Şengal û gelê Êzidî ti biryarek nayê qebûlkirin.”