Newroza navendî ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate pîrozkirin, bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk hat.
Newrozê li gorî ruhê demê rojeveke guncaw afirand û li qadên berxwedanê ev peyam da:
"Di Newroza 2024'an de careke din xwedî li daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê hate derkletin. Di cejna Newrozê de daxwaza bi milyonan mirovî li Rojava, Amed, Wan, Rojhilat, metropolên Tirkiyeyê û li gelek navendên Ewropayê bi girseyî hatin bilêvkirin.
Di hemû pîrozbahiyan de daxwaza esasî şênber bû: Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Elmanyayê ku weke fînalê bi coş, heybet û kelecan hate pîrozkirin, biryardariya Kurdan a ji bo têkoşînê careke din nîşan da.
Newroza 2024'an bû piştgiriyek ji bo bi hezaran girtiyên Kurd ên ku bi mehan e li ber xwe didin.
Bi deh hezaran mirovên li pîrozbahiya li Elmanyayê li hev kom bûn, xwedî li îrade û biryardariya li pîrozbahiyên li Kurdistanê derketin.
Di pîrozbahiya Newrozê de hem peyamên polîtîk ên girseyê, h em jî helwesta ku nîşan da, biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Performansa gerîla ya li qada şer, bi coş û moraleke mezin bandor li qadên Newrozê kir."