BI DÎMEN

Pêşangeha ‘Girav’ hate vekirin

Pêşangeha ‘Girav’ a Wênevan Sînan Hezer li Koln’ê hate vekirin. Hezer di wêneyên xwe de ji peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham girt.

Wênevan Sînan Hezer pêşangeha xwe ya dawî ya bi navê ‘Girav’ li bajarê Koln ê Elmanyayê vekir. Pêşangeh li Kulturbunker hate vekirin û 23 tablo hatin pêşkêşkirin.

Hezer di van tabloyan de ji peyamên girîng ên di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îlham girt.

Memo Gul û Mazlûm Rewşen muzîk pêşkêşî pêşangehê kirin. Gelek hunermend û siyasetmedar beşdarî pêşangehê bûn.

Hezer wiha got: “Nuqteya min a derketinê plan û krokiyên Girtîgeha Îmraliyê bû. Li vir hucreya Rêbertî ji nêz ve hate hîskirin û dîtin.”

Sînan Hezer ji bo çêkirina tabloyên di pêşangehê de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne. Bi taybetî ji sosyolojiya azadiyê pir bandor dibe û vê pirtûkê 3 caran dixwîne. Piştre jî pênaseyên mîna “Teoriya Gulê û Parastina Rewa” û “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” ku Abdullah Ocalan di parêznameyê de bal dikîne ser, esas digire û tabloyan amade dike.

Wênevan di hemû tabloyan de plan û krokiyên Girtîgeha Îmraliyê bi kar anîne û di nava her tabloyê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz dike.

‘Girav’ wê di demên pêş me de jî li bajarên cuda bê pêşkêşkirin.