Penaberê Kurd li Ewûstûrya bi gefa der sînorkirinê re rû bi rû ye

Ewûstûrya amadekarî dike ku Mamosteyê Elewî yê Kurd Mûstafa Erdem Şenolê yê ku berî 4,5 salan çûyî Ewûstûrya, serdana ji bo penaberiyê kirî û ji ber dozên bûyerên Geziyê cezayê wî li darazê heyî radestî Tirkiyê bikin.

Dema ku Şenol radestî Tirkiyê bê kirin wê bi 37 salan cezayê girtîgehê re rû bi rû bimîne.

Dema ku mamosteyê Elewî yê Kurd Mûstafa Erdem Şenol li Taxa Gazî ya Stenbolê mamostayî dikir bi hênceta tevlî nava bûyerên Geziyê bûye, di derbarê wî de doz vekirine û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Tê xwastin Şenolê ku berî 4 sal û nîvan çûyî û serlêdana ji bo mafê penaberiyê kirî, ji aliyê Ewûstûrya ve tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin.

Şenol ê ku li paytexta Innsbrûck a parêzgeha Tirol a Ewûstûryayê dijî, destpêkê roja Yekşemê 22’ê Mijdarê bi hênceta kontrola nasnameyê demek kurt hate destgîrkirin û piştre berdan.

Piştre roja Dûşemê 23’ê Mijdarê seatên sibehê ji aliyê polîsan ve li mala ku lê dijiya hate destgîrkirin û birin navenda polîsan.

Şenol ji vir jî ji bo radestî Tirkiyê bikin sewqî navenda paşde zivirandinê ya li Viyanayê kirin, hevdîtina bi parêzerê wî re jî hate astengkirin.

Şenol bi rûxmê ku li Tirkiyê ji ber 4 dozên li darazê 37 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, hate zanîn ku di nava du hefteyên dawî de li ser hev du caran daxwaza penaberiyê ya wî hatiye redkirin.

Dema Şenol destgîr kirî jêre hatiye gotin, ‘Tirkiye welatek hiqûqiye û dema paşde hate zivirandin wê bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemîne.’

Ji bo Şenol tavilê bê berdan dest bi kampanyaya îmzeyan hate kirin.

Hate diyarkirin ku li Innsbrûck a bi hênceta şewbê derketina derve hatî sînordarkirin, serlêdana ji bo çalakiya protestokirina bi heman armancê bê kirin, bersiv ne hate dayîn.