PE'yê nerazîbûnek din nîşanî dagirkeriya qeyûman da
Seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a PE’yê Marîa Arena, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan şermezar kir.
Seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a PE’yê Marîa Arena, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan şermezar kir.
Nerazîbûnên li dijî dagirkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê dewam dike. Seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a Ewropa Marîa Arena, diyar kir ku bi hevşaredarên ji erkê hatine girtin di nava piştevaniyeke tam de ne.
Arena got: “Liberçavnegirtina vîna gel nayê erêkirin. Piştevaniyeke tam didin Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan ên di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de bi dengê zêde bi serketin.”