PE divê koledariyê weke sûcê dijmirovî bibîne

Parlamenterê ku bi eslê xwe ji Mexrîbê ye, Younous Omarjee li PE'yê axivî û bang kir kirinên bi sedan sal in li diji siyahiyan tê kirin weke qirkirinê were naskirin.

Ji parlamenterê partiya bi navê Fransaya Serneberjêr (FI) Younous Omarjee ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Strasobûrgê axivî xwest ku PE kirinên bi sedan salan ên dijî mirovî weke 'sûcê dijmirovî' were naskirin.

Omerjee ku ji ber banga xwe ji rojnameya Le Poînt re axivî got ew di pêvajoyeke wiha ya girîng de ne ku li dijî nîjatperestî û cihêkariyê têkoşînek heye û bal kişande ser  giringiya tevgerên sembolîk di van serdemên wiha de  û diyar kir PE wê nikaribe li derî van nîqaşan bimîne.

Omerjee bi bîr xist beriya nha parlamenterên Fransî pêşnûmeyên hevşib hazir kirine lê li PE'yê nehatine dengdan û got daxwazên niha jî parçeyek ji pêşnûmeya hevpar in û ji ber vê divê werin dengdan.

Omarjee got di pêvajoyê de ya ber bi koledariyê ve, teoriyên ku xwe dispêrin ser hiyerarşiya nîjadî ya bi navê zanistî, koledarî û nîjatperestî rastiya Ewropayê ne, bi bîr xist ku qirkirina Yahûdiyan jî li Ewropayê hatiye jiyîn. Omarjee diyar kir helwesta li dijî nîjatperestiyê ne tenê peywira Efrîkiyan e û PE bi vê çarçoweyê divê xwedî helwesteke zelal be.

Omarjee diyar kir gavên ku wê werin avêtin û qebûlkirina koledariyê ya bi rengê sûcê mirovahiyê wê 'sembolîk' bin, ji ber dema ku di ser re bihurî daxwaza tazmînatên madî wê ne pêbawer bin. Omarjee got li şûna tazmînatê divê were tercîhkirin ku deynên welatên Efrîkî werin rakirin.