Partiya Sosyalîst a Fransayê dagirkeriya qeyûm şermezar kir

Partiya Sosyalîst a Fransayê dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên HDP'ê şermezar kir, bang li hikûmeta Fransa û YE'yê kir.

Helwesta li dijî dagirkeriya qeyûman a li ser 3 şaredariyên mezin ên HDP'ê didome. Partiya Sosyalîst a Fransayê dagirkeriya qeyûman şermezr kir, bang li hikûmeta Fransayê û YE'yê kir.

'DARBEYA LI DEMOKRASIYÊ'

Daxuyaniya Partiya Sosyalîst a Fransayê wiha ye:

Hate gotin ''Partiya Sosyalîst ji peywirêgirtina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê, ya 19'ê Tebaxa 2019'an, ku li rojhilatêbaşûr ê Tirkiyê piranî Kurd lê dijîn, bi tundî şermezar dike.''

Li şûna şaredarên HDP'ê ku 31'ê Adarê bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin ji hêla dewletê ve bi rengekî kêfî walî anîne ser kar. Her wiha piranî jê endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê, 418 kes bi navê têkoşîna dijî terorê hatine destgîrkirin.''

Partiya Sosyalîst vê darbeya dema niha ya li demorkasiyê şermezar dike û li dijî hêza hikûmeta Tirk ku di serî de li ser HDP'ê li ser muxalefeta demokratîk bi kar tîne, fikara xwe tîne ser zimên. Beriya niha jî nêzî 100 şaredar ji peywirê hatibûn standin û li şûna wan ji Enqerê walît hatibûn peywirdarkirin.  Du hevserokên HDP'ê jî di nav de wekîl hê jî di girtîgehê de ne.

'FRANSA Û YE DIVÊ ŞERMEZAR BIKIN'

Partiya Sosyalîst dibêje, têkoşîna dijî terorê vê êrîşa li ser demokrasiyê yan jî zilma li ser Kurdan bi ti rengî mafdar nake. Divê ev rûdan ji hêla Fransayê ve û Yekîtiya Ewropayê ve bi rengekî tund were şermezarkirin.''