Partiya Lîberal nêzîkatiya hikûmeta Swêdê ya ji bo Tirkiye rexne kir

Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Lîberal Fredrîk Malm nerazîbûn nîşanî Wezîra Karê Derve Ann Lînde ku deklerasyona polîtîkayên derve ya sala 2021’ê ya hikûmeta Swêd ragihand ku têde kêm cih daye binpêkirinên mafê mirovan a li Tirkiye.

Li Swêdê her salê meha Sibatê hikûmet li parlementoyê polîtîkaya derve ya ku bişopîne eşkere dike. Berdevkên polîtîkayên derve yên partî û parlemetner nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe dikin.

Di rûniştina duh a li parlementoyê de Berdevkê Polîtîkayên Karê Derve ya Partiya Lîberal Fredrîk Malm rexneyên tûj li Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde ku kêm cih daye bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin. Lînde di deklerasyona polîtîkayên derve de diyar kir ku Tirkiye li Ewropayê rola navendiyê dilîze û wê piştevaniya hêzên demokrasiyê bidomînin, wê mafê mirovan bikin rojeva xwe.

Malm anî ziman ku dema ku wan guh da polîtîkayên derve ya hikûmetê li bendê bû ku têkildarî Tirkiye nêrîn û îfadeyên vekirî bibihîsin, lê nebihîstine. Rexne li Lînde kir ku tenê bi gotina ku wê sûcên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê bixin rojev.

Malm destnîşan kir ku Tirkiye di polîtîkayên derve de di nava nêzîkatiyeke êrîşkarî de ye û bal kişand ser dagirkeriya wê ya li welatên cîran û got: “Çima Swêd vê di deklerasyona polîtîkayên derve de nagire dest? Çima di deklerasyona polîtîkayên derve de îfadeyên tund li ber Tirkiye nayê kirin û qala pêkanînan nakin?Çima Swêd bi îtifaqeke berfireh nayê ba hev û ji bo Tirkiye weke dewletek asayî tevger bike, zextê lê nake?’Malm ji ber ku cih nehatiye dayîna van nerazîbûn nîşan da.

Ann Lînde ya ku bersiva rexneyên Malm da, da xuyakirin ku ji ber sînordariya dem cih nedaye kitekitên têkildarî Tirkiyeyê. Lînde diyar kir ku ji ber vê yekê piştî xwendina deklarasyonê şûnde wê van mijaran hê baştir bigirin dest û got: “Dema ku rewşa li Tirkiye bû mijara gotinê, hikûmeta me jî mîna Fredrîk Malmê di warê mafê mirovan, demokrasî û rêgezên dewleta hiqûqê de rewşa li Tirkiyeyê cidî digirin dest û dinirxînin.”

Lînde ya qala girtinên komî yên li ser HDP’ê jî kir û diyar kir ku hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş demek dirêje di girtîgehê de ye, rojnamevan, oldar, parêzvanên mafê mirovan, lîderên sendîkayan di girtîgehê de ne. Lînde bibîr xist ku Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn bi metirsiya girtinê re rû bi rû ye.

Linde anî ziman ku divê Swêd û Yekîtiya Ewropayê ji bo vê rewşa xirab divê her awayî helwest nîşan bide û got: “Em van mijaran di hevdîtinên li gel rayedarên Tirkiye de nîqaş dikin. Her wiha li Yekîtiya Ewropayê jî pêkanînên nû nîqaş dikin.”

Malm da xuyakirin ku li gel rexneyên Wezareta Karê Derve ya li ser Tirkiyeyê ne, lê divê hinek pirsgirêkan bi awayekî vekirî bibînin, bal kişand ku Tirkiye û Erdogan li Sûriye, Behra Spî, Bakurê Iraqê, Ermenistanê polîtîkayên êrîşkariyê dişopîne.

Lînde jî diyar kir ku dema qala bûyerên li Tirkiyeyê tê kirin, tevlî gotina bi awayekî vekirî ya bûyeran nabe, di cih de jî nabîne, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber ku dem têrê nekir, weke din tevlî fikarên Malm dibe.

Parlemeterê Partiya Çep û Berdevkê Partiya Derve Hakan Svennelîng diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropayê bi gotinên Enqerê nexapin û got: “Girtina muxalefetan didomin, qadên demokratîk teng dibin. Demê dawî tenê ji bo dengê xwe bidin bihîstin 700 kes hatin girtin.” nerazîbûn nîşanî operasyonê qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê da.

Parlementera Partiya Çep û Alîkara Serokê Duyemîn a Parlementoyê Lotta Johnsson Fornave bibîr xist ku Erdogan li Tirkiyeyê polîtîkayên destpotîk didomîne, şewbê rewşa li Tirkiyeyê zêdetir xirab kir. Fornave anî ziman ku her diçe qada muxalefetê teng bûye û got: “Zextên li ser gelê Kurd didomin, Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek rojnamevan, siyasetmedar û muxalîf hê jî girtî ne. Bi taybet jin ji zextan bandor dibin, di dema pandemiyê de li mal û nava civakê tundî zêdetir bûye.”

Fornarve diyar kir ku divê cîhana derve bûyerên li Tirkiye bibîne û êrîşan protesto bike û got: “Swêd dikare rolek girîng bilîze. Destekdayîna ji bo demokrasî û mafê mirovan a dayîna hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye têkoşînê dikin girîng e.”