Partiya Keskan: Ji bo demokrasiyê hilbijartin şanseke mezin e

Partiya Keskan ku yek ji hevkarên hikûmetê yên li Elmanyayê ye, bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Tirkiyeya ku bi salan di bin desthilatdariya Erdogan de ye, ji bo vegere demokrasî û dewleta hiqûqê, li ber wê şanseke mezin heye.”

Partiya Keskan a ku yek ji hevkarên hikûmetê ye li Elmanyayê, ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin banga "tevlî pêvajoya veguherîna demokratîk bibin" kir û xwest pirsgirêka Kurd bi diyalog û aştiyê were çareserkirin.

Partiya Keskan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.

Di daxuyaniya ku li ser navê rêveberiya partiyê hat dayîn de, bal hat kişandin ser girîngiya têkiliyên bi Tirkiyeyê, ji ber ku zêdeyî 3 milyon welatiyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li Elmanyayê dijîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin"Em dixwazin di dema pêş de têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyeke demokratîk re hîn xurtir bikin."

Partiya Keskan diyar kir ku ew piştgiriyê didin kesên li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, serweriya hiqûqê, wekhevî û mafên mirovan têkoşin û xwest girtiyên siyasî bên berdan.

Partiya Keskan diyar kir ku ger Tirkiye li demokrasî û dewleta hiqûqê vegere divê muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji nû ve dest pê bikin û ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê ev bang kir “Tirkiyeya ku bi hilbijartinên parlamento û serokomariyê bi salan di bin desthilatdariya Erdogan de ye, li ber wê şanseke mezin heye ku vegere demokrasî û dewleta hiqûqê. Em dixwazin hilbijêrên li Elmanya û Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinên 14'ê Gulanê û tevlî pêvajoya veguherîna demokratîk bibin."