Partiya Çepgir: Divê Fransa li dijî Enqerê bikeve nava tevgerê

Partiya Çepgir a Fransayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û bang li hikûmeta Fransayê kir ku li dijî rejîma Enqerê bikeve nava tevgerê.

Partiya Çepgir a Fransayê (Parti de Gauche) daxuyaniyek nivîskî da û bibîrxist ku roja 19’ê Tebaxê “Li 3 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê” şaredarî hatine desteserkirin û bi sedan kes hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên şaredariyê de demokrasî û îradeya gel înkar dike. Weke kampanyaya 2016’an a ji peywirê girtina serokên şaredariyên Kurd ên HDP’yî. Rejîma AKP-MHP ya rastgir tengav bûye, nikarin krîza aboriyê çareser bikin û serî de windakirina Enqere û Stenbolê bi rewabûna hilbijartinê re êrîşî Kurdan dike, piştgiriyê dide cîhadîstên li Sûriyeyê û polîtîkayekî ku ji pirsgirêkan direve dişopîne. Divê hikûmeta Fransa bang li dewleta Tirk bike, di asta Ewropayê de li dijî Erdogan ê ku li gorî rêgezen demokratîk tev nagere tevdîr werin girtin.”