Ji partiyên mûxalif ên Elmanyayê Partiya Çep daxuyaniyek a çapemeniyê li ser doza girtinê ya li ser HDP’ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve da. Ji endamên rêveberiya saziya Partiya Çep Jorg Schîndler, parlementer Gokay Akbûlût û Parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yigitalp tevlî daxuyaniya Partiya Çep a li avahiya navenda giştî Karl Lîevknecht Haûsê hatî lidarxistin bû.
Destpêkê Yigitalp di daxuyaniya çepemeniyê ya Partiya Çep de mafê axaftinê girt. Yigitalp derbarê pêvajoya damezirandin û armancên HDP’ê xistî pêşiya xwe agahî dan û bibîr xist ku piştî pêvajoya aşitiyê xirab bû destgîrkirin û girtinên HDP’ê jî dest pê kir.
Hikûmeta Elmanya ya di van demên dawî de diyar kirî "Em bi fikar li geşedanên li Tirkiyeyê temaşe dikin" Yigitalp diyar kir ku têrê nake "Rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan vekirina civakî di doza girtina çapemeniya nûçegihanên provokatîf ên li dijî HDP'ê de hate weşandin doza girtinê vekirin û betalkirina wekîltiya hevalê me yê parlementer Gergerlioğlu, ev nîşana vê yekê ye ku têgehek êrîşê ketiye dewrê." Yigîtalp, destpêkê li hember tecrîda li ser Îmralî û geşedanên li Tirkiyê, girtina şantajê ya ji bo HDP'ê xwest ku li Almanya helwestek ku encamên berbiçav nîşan bide bê dayîn.
‘PÊWÎSTE ENCAMÊN GIRTINAN HEBE’
Pişti Yigitalp parlementera Partiya Çep Gokay Akbûlûk mafê axaftinê girt û bal kişand li ser zextên di salên dawî de zêde bûyîn. Akbûlûk diyar kir ku divê destpêkê Elmanya hemû derdorên Ewropa piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re hîn zêdetir bike.
Ji rêveberên Partiya Çep parlementer Jorg Schîndler jî axivî û diyar kir ku gelek tişt hene ku hikumeta Elman li dijî bê hiqûqiyên Tirkiyê bi pratîkê bike. Schîndler bibîr xist ku di nava HDP û Partiya Çep de girêdanbûnek bi hêz heye û got, “Em her dû jî têkoşîne hevpar a demokratîk didin, em her dû jî li dijî şeran in, aligirên edaleta civakî ne.”
‘TU WATEYA TENÊ GOTINA BÊ FIKAR NÎNE’
Schindler: "Elmanya dikare tavilê firotina çekan bide sekinandin, Wezîrê Karên Derve Maas dikare bi bangkirina ofîsa Balyozê Tirkiyê, di heman demê de komên aligirên AKP-MHP ku demek dirêj e di rojevê de ne jî divê werin qedexekirin û xebatên rêxistinên lobî jî bên astengkirin. Lêbelê, ger gavên wisa werin avêtin, ew ê baş be, wekî din tu wateya gotina ‘em bi fikar in’ tune, nexwe wê Elmanya bibe hevkarê rejîma Erdogan. "