Civîna gel a ku li Viyanayê hatî lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi Kurmancî axivî û diyar kir ku silavên ‘germ’ ji Wanê anîne. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku meha Gulanê “Meha Şehîdan e” û wiha got: “Rêya wan rêya me ye.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi wesîleya Roja Dayikan qala berxwedana Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî kir û xwest ku li her çar parçeyên Kurdistanê jiyaneke azad û demokratîk pêk were.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku ev tecrîd ne hiqûqî, ne jî exlaqî ye.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ev tişt jî got: “Ji ber fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî aştî û azadiyê, ev tecrîd li ser tê pêkanîn. Mînaka vê jî modela Rojava ye.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît berxwedana girtiyan jî bi bîr xist.
Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç jî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê û got: “Em di pêvajoyek zehmet re derbas bûn û me hilbijartinên xwecihî temam kir. Em bi çareseriya demokratîk, encameke aştiyane derbixin holê. Lê eger destê me negirin, em ê têkoşîn û berxwedanê bimeşînin.”