Di çarçoveya konsepta şerê tinekirin û înkarê yê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne de, şert û mercên tecrîdê yên 25 salan li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Greva Îmraliyê tên girankirin û dewamkirin. Di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxwaza bidawîkirina vê tecrîd û şer daxuyaniyek hevpar hat dayîn û di bin navê "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" pêngaveke gerdûnî hat destpêkirin. Rêxistinên civakî yên ji navendên cuda û kesayetên navdar yên cîhanê roj bi roj tevlî vê pêngavê dibin û piştgiriya xwe radigihînin û di heman demê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dide meşandin nîşan dikin.
Parlamenterê Kantona Cenevreyê Remy Paganî ku berê serokê şaredariyê Cenevreyê bû, têkildarê şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, ji ANF’ê re axivî.
‘TECRÎD ÊŞKENCE YE’
Paganî da zanîn ku pêngava "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" girîng e û go ew alîgirê vê pêngavê ye û wiha axivî, "Eger rola Ocalan ê ku bi salan e di nav şert û mrcên tecrîdê de ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêgirtin berçavan mirov dikare bibêje ev pêngav di cih de û mafdar e. Ti kes îro nizane bê ka Ocalan di bin şert û mercên çawa de tê ragirtin û heta malbata wî jî nikare wî bibîne. Ev hemû li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ev tecrîd êşkence ye. Peymanên navneteweyî hene ku Tirkiye neçar e bi cih bîne û mohra xwe daniye binî. Bi van peymanan girtiyan neçar dihêlin ku bi taybetî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin û têkiliya wan a bi cîhana derve re bidomin. Nayê qebûlkirin ku Ocalan ji van mafan bêpar bê hiştin."
‘ÇARESERÎ DÎYALOGA SIYASÎ YE Û MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’
Siyasetmedarê Swîsreyî Remy Pagani, da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd bi şer û tecrîdê çareser nabe û got, "Di esasê xwe de ez di wê baweriyê de me ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên dîplomatîk û siyasî çareser bibe. Erdogan ji bo demekê vê ceriband. Lê mixabin, dewam nekir.
Di encama hemû muzekare û peymanan de şerên neteweyî û navneteweyî bi dawî dibin. Divê pirsa Kurd bi vî rengî çareser bibe û Birêz Ocalan bibe parçeyek ji muzakere û mutabaqatên bi vî rengî. Rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêkê de serekeye. Ji bo muzakereyeke bi vî rengî li gorî min divê Erdogan Ocalan li ber çavan bigire, şert û mercên girtîgehê yên Ocalan bên başkirin û azad bê berdan. Faktora herî bingehîn a ku girtiyekî siyasî ber bi azadiyê ve dibe, rewşa seferberiyê ye ku ji bo wî daniye pêşiya xwe. Ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd jî banga seferberiyê dikim."
‘CENEVRE DIBE KU BIBE NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ’
Pagani got, "Dibe ku li Cenevreyê çareseriyek ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin. Weke şaredarê berê yê bajêr, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan bi taybetî Bask û Katalanan, min di muzakereyên fermî yan jî nîv fermî yên li vî bajarî de cih girt. Erdogan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dikare platforma Cenevreyê esas bigire."
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BE’
Paganî wiha dewam kir, "Mandela û pêvajoya Efrîka Başûr, ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd mînakek têrker e. Mandela jî di şert û mercên skandal ku îro birêz Ocalan tê de tê ragirtin jiya. Mandela bû kevirê bingeh û garantorê pêvajoya aştiyê ya li Efrîka Başûr. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku Birêz Ocalan jî dikare roleke bi heman rengî bilîze. Lê belê ji bo ev yek bicih were anîn, ya yekemîn divê were kirin ew e ku Ocalan azad bibe û bikeve nava pêvajoyeke aştiyê û şert û mercên ku vê pêvajoyê ber bi aştiyê ve bibe, biafirîne. Di rêya aştî û lihevkirinê de gelek şert û merc hene ku divê hurmet jê re bê nîşandan. Ji ber ku aştî pêvajoyek e, pêşî mûxalîf serbest tên berdan û peyman tên îmzekirin. Lê belê lihevkirin pêvajoyeke din e, rêbazeke din a divê tiştên cuda lê bê kirin e."
'ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD JI ŞERÊ LI XEZEYÊ NE CUDATIR E'
Paganî gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li ser şerê Îsraîlê yê li Xezeyê bibîr xist û got, "Parastina Erdogan a li têkoşîna gelê Fîlîstînê bi temamî mafdar e û tê fêmkirin. Erdogan ji ber ku îsraîl rêzê ji peymanên navnetewî re nagire rexne kir. Belê heman Erdogan çima van peymanên navneteweyî yên ji bo Birêz Ocalan û gelê Kurd bi cih naîne? Şerê li dijî gelê Kurd tê kirin ji şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê cuda nîne. Erdogan pratîka Îsraîl û Netanyahu rexne dike, lê heman tiştî li dijî gelê Kurd pêk tîne. Berê gelek caran çûbûm Tirkiyeyê û Kurdistana Iraqê. Li wir min bi mirovên ku rastî êrîşên dewleta Tirk hatine re hevdîtin kirin. Di encama topbarana Tirkiyeyê de gund hatine wêrankirin, mirov neçarî koçberiyê hatine kirin û qetilkirin min vê yekê ji şahidên bûyerê guhdar kir. Ev êrîşên ku gelê Kurd li herêmê jiyan e, eger ne sûcê şer be wê demê çi ye?”