Operasyonên qirkirina siyasî li Stûttgartê protesto kirin

Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP, SGDF û ETHA’yê bi çalakiyekê hate protestokirin.

AvEG-KON li Schlossplatzê li dijî operasyonên qirkirina siyasî çalakiye kir û ATÎK, Partîzan, Komeleya li Dijî Qirkirina Dersim û gelek saziyên şoreşger destek kirin.

Di axaftinên li ser navê AvEg-KON’ê hatin kirin de ev hate gotin: “Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP, SGDF û ETHA’yê şermezar dikin, bang li raya giştî ya antîfaşîst û şoreşgeran dikin ku li dijî êrîşan têkoşîna hevpar bikin”

Çalakî bi dirûşmên piştevaniyê bi dawî bû.