Nûnerên saziyên Kurd ên Ermenistanê qeyûm şermezar kirin

Nûnerên saziyên Kurd ên Ermenistanê desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn ên ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve bi daxuyaniyekê protestokirin.

Nûnerên saziyên Kurd ên Ermenîstanê xebatan dikin desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn ên ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê protestokirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya kuy li Ofîsa Komîte ya Kurdistanê pêk hat, li ser navê Yekîtiya Gelê Kurd a Ermenîstan, Komîte Kurdistan, Yekîtiya Jinên Azad ên Ermenistan (YJA) tevlî bûn.

Li ser navê saziyan Hevserokê Yekîtiya Gelê Kurd Ermenistan Kînyas Hasanov daxuyanî da.

Hasanov got: “ Erdogan dixwaze Kurdan qir bike. Her roj ev yek hê zelaltir derdikeve holê. Niha jî vîna gel şaredariyên bi vîna gelê Kurd hatiye hilbijartin desteser dike. Bi desteserkirina vîna gel re rûyê wî yê rast derket holê. Em Kurdên li Ermenistanê dijîn, vê hişmendiya dagirker napejirînin, şermezar dikin. Divê hemû gelê Kurd li dijî vê hişmendiyê sekna xwe nîşan bide.”

Piştî axaftinên Hasanov nûnerên saziyên din ên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûne jî axivîn û desteserkirina qeyûman a şaredariyan şermezar kirin, da xuyakirin ku di vê demê de herî zêde pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û hevrebûnê heye.

Hate ragihandin ku divê DYE, Rûsya û welatên YE’yê li dijî faşîzma AKP/MHP’ê bêdeng nemînin. Bi taybet divê YE’yê li dijî vê pêkanînên antî-demokratîk zextê li ser Tirkiyeyê bike.