Nûnerê Tamîlan: Em li benda piştgiriya gelê Kurd in

Serokê Meclîsa Gel a Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar got, "Çawa ku rejîmên zordar pişta hev digirin, divê gelên bindest jî bi rengekî hevpar têbikoşin."

Neteweyên Yekbûyî, ji bo darizandina sûcên li dijî mirovahiyê yên di şerê 2008-2009'an de Srî Lankayê li dijî gel û gerîlayên Tamîlê kir, gava destpêkê hefteya derbasbûyî avêtibû. Piştî rapora ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hate amadekirin, bal çû ser Elmanya, Fransa, Îngilistan û DYE'yê.

Li dîasporayê bi taybetî Tamîliyên li Elmanyayê di wê baweriyê de ne ku rêveberiya Berlînê di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstiye. Serokê Meclîsa Gelê Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar (Sangar) bi bîr xist ku Berlîn a serokê demkî yê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye xwedî mafê gotinê ye û ji ANF'ê re qala pêvajoya li Neteweyên Yekbûyî, nêzîkatiya welatên rojavayî û têkoşîna 10 salan a Tamîliyên li dîasporayê, kir.

Jeyasangar anî ziman, li gel ku ji sala 2009'an ve li welatê Tamîlê têkoşîna çekdarî û şer nîne, zexta siyasî û aloziya li Tamîlan dewam dike û got, "Di 18'ê Gulana 2009'an de hikumeta Srî Lankayê ragihand ku şer bi dawî bûye, Tamîliyên weke 'serhildêr' bi nav dikir, dest ji têkoşîna çekdarî berdane. Lê belê ev nayê wê wateyê ku êdî aştî hatiye welatê Tamîlê. Tamîlî hînê li welatê xwe bi tirs û fikar in. Hîn jî aqûbeta bi hezaran kesî nayê zanîn. Bêguman ev rewş dibe sedema xwepêşandanan. Li herêma ku şer lê giran bû 400 hezar Tamîlî hebûn. Sala 2009'an piştî ku şer bi dawî bû, di nava 2 salan de papazekî diyar kir ku 140 hezar Tamîlî li vê herêmê kêm bûne, yanî winda ne. Em texmîn dikin ku ev Tamîlî hemû hatine qetilkirin.

Di nivîsên navxweyî yên Neteweyên Yekbûyî de tespîta ku li welatê Tamîlê di şer de 70 hezar sivîl hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî ev hejmar bi zanebûn weke 'sivîl' weşand, ji ber ku eger yên hatin kuştin weke Tamîlî hatibûna pênasekirin, wê ev yek weke qirkirinekê hatibûya qeydkirin. Di rewşeke wiha de jî wê Neteweyên Yekbûyî neçar bima biketibûya nava liv û tevgerê. Ji ber van sedemên siyasî bîlançoya şer dema ku hate weşandin, timî qala sivîlan hate kirin, gotina Tamîl nehate bikaranîn. Bêguman şer li herêma Tamîlê qewimî, her kes zane ku li wir jî tenê Tamîlî hene."

BIRYARA NECIDÎ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI SER SÛCÊN ŞER

Gopalapîllaî Jeyasangar diyar kir ku ji sala 2009'an ve weke Tamîliyên li dîasporayê hewl didin ku sûcên şer li qada navneteweyî vebêjin û têkildarî prosedura li Neteweyên Yekbûyî got, "Di vê têkoşîna xwe de jî me li hin cihan encam wergirt. Neteweyên Yekbûyî û welatên endam ultîmatom dan rêveberiya Srî Lankayê ji bo sûcên şer lêkolîn bike. Lê belê me ev biryara Neteweyên Yekbûyî necidî dîtin, ji ber ku sûc bi xwe ji aliyê rejîma Srî Lankayê ve hate kirin. Ji wan rayedaran nayê ku bêjin 'me ev sûc kir'."

'ELMANYA LI PÊŞIYA DAYINA BIRYAREKE NÛ ASTENG E'

Serokê Meclîsa Gel a Eelam Tamîl têkildarî helwesta hêzên navneteweyî ya bi salan a li ser sûcên li Tamîlê wiha rave kir:

"Neteweyên Yekbûyî dema ji bo lêkolînkirina sûcên şer da Srî Lankayê timî 2 salan dirêj kir. Herî dawî Srî Lankayê bi xwe piştgirî da Neteweyên Yekbûyî. Ev bi xwe jî nîşan dide ku pêvajo çiqasî necidî bûye. Meha Adarê ya bê rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî heye, em dixwazin ku di wê rûniştinê de Neteweyên Yekbûyî biryareke nû werbigire. Di vir de helwesta Kanada, Îngilistan, Elmanyayê diyarker e. Lê belê li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, Elmanya piştgiriyê dide rejîma Srî Lankayê û li pêşiya dayina biryareke nû dibe asteng. Em dixwazin ku Elmanya vê nêzîkatiya xwe biguherîne û ji bo sûcên şer bên eşkerekirin pêşî li lêkolîneke serbxwe veke û ji bo vê jî meheke me dest ib kampanyayê kir."

'EM DIXWAZIN KURD LI GEL ME BIN'

Tamîliyên li Elmanyayê wê 4'ê Sibatê li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Wezareta Karên Dervre mîtîngeke girseyî li dar bixe. Serokê Meclîsa Gelê Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar (Sangar) xwest, Kurd piştgiriyê bidin xwepêşandana wan. Jeyasangar diyar kir ku mîna Tamîliyan gelê Kurd jî zext û zilmê dibînin, komkujî li wan hatiye kirin û got, "Piştevaniya gelan gelekî girîng e. Çawa ku rejîmên zordar piştgiriya hev dikin, divê têkoşîna gelên bindest jî hevpar be. Ji ber vê yekê em ê kêfxweş bin ku di têkoşîna xwe de gelê Kurd li gel xwe bibînin."