Serokê Partiya Sor a Norweç û parlementer Bjørnar Moxnes 15’ê Adara 2019’an ji bo Wezareta Karê Derve ya Norweçê pêşnûme piryarek li ser tecrîda Îmraliyê pirskiribû, anî bû ziman ku divê zextê li Tirkiyeyê bikin.
Wezîr Ine Erîksel Søreide ev bersiv da:
“Li Tirkiyeyê bûyerên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê rû didin bi fikar û metirsîdar in. Ev bi dehan car ji aliyê hikûmeta me ve hatiye ziman divê Tirkiye di serî de li gorî peymanên navneteweyî tevger bike.
‘DIVÊ BI RÊYA MUZAKEREYÊ ÇARESER BIBE’
Di her hevdîtinê de her demê pêşniyara ku şer bi rêyên aştiyan e û demokratîk bên çareserkirin, dikin. Ev ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Divê hem PKK û hem jî Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de serî li rêyên çareseriya muzakereyên siyasî bide.
‘DIVÊ MERCÊN OCALAN JÎ LI GORÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BÊ PÊKANÎN’
Hikûmeta me xebatên mafê mirovan a Konseya Ewropa, demokrasî û hiqûqa li Tirkiyeyê destek dike. Konseya Ewropa bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, pêvajoyê ji gelek aliyan ve digirin dest. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence ya Ewropa (CPT) ji bo di serî de mercên Ocalan, dîsa hevdîtinên parêzer û malbatan pêk were, bi Tirkiyeyê re di nava serdanan de ne.
Hikûmeta me desteka ji bo xebatên CPT û Konseya Ewropa ji bo başkirina mercên Ocalan û Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevger bike, amûra herî girîng ku temsîl dike pêk tîne ye.”