Nobeta Ocalan kete heftiya 423'yan

Çalakiya Nobetê ya li ber KE'yê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heftiya 423'yan de, bi koma ku ji Hollanda hatî didome..

Çalakiya Nobetê ya Ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrga Fransayê vê heftiyê bi komeke nû didome.

Di çalakiyê de rola Ocalan a li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate destnîşankirin. Di koma nobetê de Kurdistanî Aynûr Dersim, ,Şorê Mayin, Feyzî Dep û Fevzî Şîxo hazir bûn, ku ji Hollanda hatine.

Çalakgeran gotin, ''Rojekê dîrok wê binivisîne bê ka Kurd û Rêber Ocalan çendî mafdar in.''

Li ser navê komê Aynûr Dersi maxivî, bi bîr ist ku çalakiya i ber KE û CPT'yê ev 9 sal in bi biryardarî didome û heta ku Ocalan azad bibe jî wê bidome.

Drsim got, ''Em li ber Konseya Ewropayê di nobetê de ne û her roj li gel ku me dibînin jî fedî nakin. Dîrok kengî jî be wê nîşan bide bê ka Kurd çendî heq in. Rêzdar Ocalan avakarê jiyana aştîxwaz û wekhev e, li Rojhilata Navîn. Ji bo ku gel bi aştî û biratî bijîn rê vekiriye.''

Berdevka komê got Ocalan ronkahiya hemû jinan û gelên çewisandiye û got, ''Jin bi nobeta vê heftyê û bi berxwedana li hemû qadên jiyanê dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan didin.''

Aynûr Dersim bang li hemû gel kir ku li ber xwe bide û bi rengekî xurtir tevlî pêvajoyê bibe.