Nobeda li Parîsê di roja 5’an de dawî bû
Çalakiya nobedê ya 22’yê Sibatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, di roja 5’an de bi dawî bû.
Çalakiya nobedê ya 22’yê Sibatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, di roja 5’an de bi dawî bû.
Çalakiya rûnişinê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Parlementoya Fransa hatibû destpêkirin, di roja 5’an de bi dawî bû.
Çalakî îro ji aliyê Meclîsên Mantes-la-Joûlîe û Creîl ve hatin dewirgirtin.
Konê ku her rojê saet 11:00’an tê vedan pankarta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hate vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê hildan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re dihate qîrkirin, belavok dihatin belavkirin. Çalakî îro bi dawî bû.