Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 605'an de bi koma ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê dewam dike.
Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 605'an de bi koma ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê dewam dike.
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve 'Nobeda Azadiyê' tê lidarxistin.
Di hefteya 605'an a çalakiya nobedê de sê welatparêzên ji herêma Bordeaûx a Fransayê Engîn Sezen, Hasan Kartal û Yûsûf Erdem çalakî dewir wergirtin.
Berdevkê komê Engîn Sezen anî ziman ku ew tecrîdê teqez qebûl nakin û di serî de grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, berxwedana li Kurdistanê û cîhanê ya li dijî tecrîdê silav kir.
Sezen got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li her qadê bi berpirsyarî tevbigere."