BI DÎMEN

Nexweşxaneya Miştenûr bi beşên nû dest bi xizmetê kir

Nexweşxaneya Miştenûr a ku bibû hedefa êrîşan, di demeke kin de hat ser hev û li cihê xwe ya berê deriyê xwe ji gel re vekir. Li gel beşên xwe yên heyî, bi xizmetên xwe yên tenduristiyê yên nû hêviyê dide gelê herêmê.

Nexweşxaneya Miştenûrê ku di 25’ê Kanûna 2023’yan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi temamî ji xizmetê derketibû, piştî navbereke kurt li cihê xwe yê berê vegeriya xizmeta gel. Nexweşxaneya ku di encama êrîşê de bêkar mabû, bi xîreta xebatkarên tenduristiyê û hevgirtina xurt a civakê ji nû ve ava bû û xebatên xwe domandin.

Beriya êrîşê beşên nexweşiyên jin, nexweşiyên Hundir, Zarokan, Yekîneya teşhîs û dermankirina şekir, Neurolojî û Piştgiriya Psîkolojîk bi awayekî aktîf xizmet didan. Her wiha dermanxaneya nexweşxaneyê jî pêdiviya gel bi dermanan pêk dianî.

Li Nexweşxaneya Miştenûrê ya ya ku demeke dirêje xebat lê dihat kirin, ji bilî beşên heyî, beşên nû yên girîng ên wekî testa laşmeniyê û şûştina gurçikan jî ketin meriyetê. Bi vî awayî, pêdiviyên tenduristiyê yên gel bi awayekî berfirehtir û bi bandor destpê kir. Nexweşxaneya Miştenûrê ji bo parastina tenduristiya gel xebatên xwe bi biryardarî didomîne.

Bijîşk Besrawî Elî axivî û diyar kir ku ew bi vekirina beşên nû ya nexweşxaneyê gelekî şanaz in û got, "Li kur dibe bila bibe, em ê ji bo xizmeta gelê xwe di nava aktîfbûnê de bin û bi roj û şev bixebitin. Em vê nexweşxaneyê jî diyarî gelê Kobanê dikin."

Piştî axaftinê ji bo spaskirina keda bijîşk Basrawî Elî spasnameyek ji aliyê Desteya Tendûristiyê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre jî ji aliyê hevjîna şehîd Omer û dayika şehîd Kurd nexweşxane hat vekirin.