Newroza Swîsre: Navê berxwedanê Leyla ye!

Bi hezaran kesên li Newroza Swîsreyê hatin ba hev, Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de silav kirin û peyam ‘Leyla navê berxwedanê ya dijî zilmê bi agirê Newrozê hilbûye ye.’

Bi hezaran welatiyên ji saetên sibê ve berê xwe dan bajarên Swîsreyê li Freîboûrgê kom bûn, Newroz pîroz kirin. Li Newroz li salona Navenda Forûm a Frîboûrgê hate pîrozkirin, tevahiya rojê bi coş dewam kir. Di pîrozbahiyê de Leyla Guven û hevrêyên wê yên li dijî tecrîdê di grevê de ne hatin silavkirin.

Li salonê li gel posterên Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK’ê alên KCK, YPG, YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin qîrkirin.

Di pîrozbahiyê de peyamên beşên Tirkiyeyiyên çep-sosyalîst, Parlementera Partiya Sosyalîst a Parlementoya Netewî ya Swîsre Fabîan molîna, li ser navê Pira Dostanî a Zurîh-Amed Ûrs Sekînger, Mehmet Alî Koç ê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ê li Cenevreyê û Parlemterê HDP’ê yê Mûş Ahmet Yildirim axivîn.

Bernameya pîrozbahiyê di deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên têkoşînê destpê kir. Destpêkê Hevserokên CDK-Swîsre Cûma Allak û Songul Arslan axivîn.

MOLÎNA: DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE PÊK WERE

Parlementera Partiya Sosyalîst a Parlementoya Netewî ya Swîsre Fabîan molîna Newroz gelê Kurd pîroz kir. Molîna anî ziman ku piştevaniya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin dikin û got: “Ji bo li Tirkiyeyê dubare pêvajoya aştiyê destpê bike, divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were.”

SEKÎNGER: DIVÊ DAXWAZÊN GUVEN BÊN ERÊKIRIN

Piştî Molîna li ser navê Pira Dostaniyê ya Zurîh-Amedê Hunermendê Swîsreyî Ûrs Sekînger bal kişand ser grevên birçîbûnê da xuyakirin ji bo erêkirina daxwazên Leyla Guven û hevrêyên wê divê civaka navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê.

KOÇAK: EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Piştre jî Mehmet Alî Koçak ê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê 25 roj e di grevê de axivî û got: “Me li dijî tecrîdê berxwedan hilbijart. Desteka gel dide me, hêviya ku em ê tecrîdê bişkînin pêk tîne. Em amadene ku berdêl bidin. Divê gelê deng û piştevaniyê bide dengê me.”

YILDIRIM: TECRÎD LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDAN E

Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî şehîdên Komkujiya Helepçe bibîr anî. Yildirim diyar kir ku Newroz cejna berxwedanê ye, gelê Kurd li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî dike. Yildirim bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got: “Ji bo em tu hevalên xwe yên li dijî tecrîdê bedena xwe dane mirinê winda nekin, divê em hê zêdetir asta xwedîderketinê bilind bikin. Tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan e, heman demê li dijî têkoşîna azadiya Kurdan e.”

Yildirim domdar got: “Rakirina tecrîda li ser Ocalan û parçekirin wê, heman demê tê wateya bidawîkirina kaosa li Rojhilata Navîn.”

Piştî axaftinan peyama bi dîmen a Hevserokatiya KCK’ê Cemîl Bayik hate nîşandan.

Piştre jî koma Foklorê ya Swîsreyî derket ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kir. Bi derketina ser dikê ya hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Diyar, Xecê, Cemîl Kocgir bi stranên hunandî heta saetên direng ên şevê bi gerandina govendê ve Newroz hate pîrozkirin.