Newroza Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk destpê kir
Li bajarê Frankurt ê Elmanyayê şahiya Newrozê bi şîara ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ di nava coşeke mezin de destpê kir.
Li bajarê Frankurt ê Elmanyayê şahiya Newrozê bi şîara ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ di nava coşeke mezin de destpê kir.
Fînala pîrozbahiyên Newrozê ya li Elmanyayê, îro li parka Rebstock a li Frankfurt’ê bi coşeke mezin destpê kir. Bi pêşengiya KON-MED û YJK-E’yê û bi organîzasyona FED-MED, FED-GEL, KAWA, FED KURD û FED DEM’ê şahiya Newrozê hate lidarxistin. Newroz bi şîara ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ tê pîrozkirin. Ji çar aliyên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan di saetên siharê yên zû yên siharê de qada Newrozê tejî kirin. Ji zêdeyî 160 navendên Elmanyayê otobus bi rê ketin. Gel bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê ket qada Newrozê.
Li qadê bi cil û bergên neteweyî û alan, şahiyeke mezin tê lidarxistin. Li ser dikê pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tê berzkirin. Ji xeynî wêneyên Rêber Apo alên PKK, YPG û YPJ’ê li ba ne. Wêneyên milîtanên pêşeng û gerîlayên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, li qadê hatine hildan.
Li qadê standên rojname, kovar, pirtûk û standên tevgerên jin û ciwanan jî hatin danîn. Rêxistinên çep û sosyalîst û gelek saziyan, ji bo danasîna çandî stand danîn.
Şanoger Amele kon bi rengên Kurdistanî xemiland. Hunermendên herêmî û dengbêjan eleqeyeke mezin dîtin. Her wiha Heyva Sor jî kon veda û ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re jî kon hate vedan.
Bernameya Newrozê ji bo bîrannîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda neteweyî ya Kurdistanê Ey Reqîb destpê kir.
Rayedarên KON MED û federasyonên ku Newroz organîze kirine, gel silav kirin. Hevseroka KON MED’ê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok axivîn û Newroza Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kirin.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî ev tişt got: “Newroza 2025’an ji aliyê Kurdan û dostên wan ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li ser navê KNK’ê û gelê Kurd em vê Newrozê diyarî Birêz Abdullah Ocalan dikin. Banga Birêz Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk di sedsala 21’an de wê rêya gelê Kurd veke. Em xwedî li vê bangê derdikevin û li ser navê hemû gelê xwe piştgirî didin vê bangê. Newroz ji aliyê bi milyonan kesî ve hate pîrozkirin. Ji sala 1925’an ve gelê Kurd bênavber têkoşîna azadî, nasname û statuyê dimeşîne. Em di nava yekîtî û piştevaniyê de îro vê têkoşînê didomînin.”
Bernameya Newrozê bi muzîka Koma Hunera Azad dewam dike.