BI DÎMEN

Newroza li Edînbûrghê: Tecrîd wê bişikê, Abdullah Ocalan wê azad bibe

Li Edînbûrghê agirê Newrozê hate dadan. Dayika şehîd Jac Holmes tevlî pîrozbahiyê bû û got, "Bi têkoşîna kurê xwe serbilind im." Parlamenter Joanna Cherry jî diyar kir ku Newroz hêviya paşerojê dide wan û Newroz pîroz kir.

NEWROZA LI SKOÇYAYÊ

Li bajarê Edînbûrgh ê Skoçyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk li ber avahiya KCC'ê ku weke 'qada Kurdistanê' tê binavkirin, Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, PYD, KJAR'ê hatin hildan. Di pîrozbahiyê de dayika Jac Holmes ê li nava YPG'ê şehîd bû, parlamenterên Skoçyayî, sendîkavan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Bi navê navenda Civaka Kurd a Edînbûrghê axaftin hate kirin û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd hate pîrozkirin.

Di navê Enternasyonalîstan, MLKP û Jineolojiyê axaftin hate kirin û hate gotin, "Tecrîd wê bişikê, Ocalan wê azad bibe."

Angîe Blannî dayika şehîdê YPG'ê Jac Holmes di pîrozbahiyê de axivî û anî ziman ku ew bi têkoşîna Ja serbilind e. Angîe Blannî got, "Kurê min weke şehîdê enternasyonal tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi têkoşîna kurê xwe serbilind im. Bi gelê Kurd serbilind im. Newroz pîroz be."

Parlamentera Partiya Neteweyî ya Skoçyayê Joanna Cherry jî anî ziman ku ew kêfxweş e ji ber ku li Newrozê ye û got, "Weke miroveke ku li Skoçyayê serxwebûnê dixwazim, ez piştgiriyê didim têkoşîna we. Newroz ji bo me hêviya paşerojê ye. Newroz pîroz be."

Piştî axaftinan koma erbaneyê ya jinên Kurd Koma Dengê Jiyan, hunermend Merwan Şan, Koma Çar û Yek û Koma Rojava derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Rotînda Yetkîner jî hunera xwe pêşkêş kir.

Di pîrozbahiya Newrozê de jinên Kurdistanî bi kincên xwe yên gelêrî amade bûn.