Newroz li Rennesê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Rennesê û bajarên derdor dijîn hatin ba hev û agirê Newrozê vêxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn hatin ba hev û li qada Parc des Gayeûllesê Newroz pîroz kirin. Kurdistaniyên tev li pîrozbahiya Newrozê bû, Cejna Newrozê li dostên gelê Kurd, gerîla û berxwedêrên zindanan û tevahî mirovahiyê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk tê, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla. Girseyê timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana PKK'ê", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", “Bê Serok jiyan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Piştre siyasetmedarên Kurd Serhat Agirî û Kemal Aktaş axaftin kirin û bal kişandin ser wate û girîngiya rojê.

Di pîrozbahiyê de Kesên di erdheja li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

Li qadê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Alî Gul, Çetîn Zîlan û Ayfer Duzdaş derketin li ser dikê stran gotin.