Newroz li Danîmarka, Elmanya û Fransayê hate pîrozkirin

Li bajarê Horsens ê Danîmarkayê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê û li bajarên Rennes û Reims ên Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Li bajarê Horsens ê Danîmarkayê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê û li bajarên Rennes û Reims ên Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

HORSENS: Kurdistaniyên li bajarê Horsens ê Danîmarkayê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Tevî 2 hezar kesî, namzetê parlamenteriyê yê Parlamenta Ewropayê Nikolaj Villumsen û namzeta parlamenteriyê ya Endehsliste (Yekîtiya Çep) Anne Hegelund beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Nikolaj Villumsen Newroz li beşdaran û gelê Kurd pîroz kir û got, "Niha li Rojava şoreşek heye. Keleha dawî ya DAÎŞ'ê ku belayê serê dinyayê bû, hate rizgarkirin. Mîna berê, niha jî Erdogan gefê li şoreşa Rojava dixwe. Pêwîstiya Kurdên li Rojava bi piştgiriyê heye. Rojava êdî azad e, divê Danîmarka û Ewropa piştgiriyê bide Rojava."

Hegelund jî Newroz pîroz kir û got, "Leyla Guven 134 roj in di greva birçîbûnê de ye. Divê em bikin ku dinya vê greva birçîbûnê bibîne."

Pîrozbahî piştî axaftinan bi stran û gerandina govendê dewam kir.

BREMEN: Newroz li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku li Zanîngeha Bremenê pêk hat, Hozan Comert, Tûncer Yalinkiliç, Koma Zarokên Aramê Tîgran, Viyan Koma Şoreşê, koma Roja derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de keç û kurê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç Dîlan û Rojhat Koç axivîn.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê resepsiyona Newrozê hate dayin. Gelek Fransayî tevlî resepsiyonê bûn ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Alîkara Şaredara Rennesê Anna Sohier, nûnerên France Insoumise, Amitie Kurd de Bretagne, Mouvement de la Paix û gelek dostên Kurdan tevlî resepsiyonê bûn.

REIMS: Newroz li bajarê Reims ê Fransayê jî hate pîrozkirin. Girseya gel li dora agirê Newrozê govend gerand.