Newroz li Bologna hate pîrozkirin

Newroz li bajarê Bologna yê Îtalyayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Bolognayê bi piştevaniya Tevna Piştevaniyê ya Kurdistanê (Rete Kurdistan Emilia Romagna), Ya Basta, LABAS, TPO û Rete Jin Bologna hate lidarxfistin.

Bi sedan Kurd û Îtalyayî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de pankarteke mezin a bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, Bijî Newroz" hate hildan. Hunermenda Kurd Aştî Abdo konserek da.

Hatineya ji pîrozbahiyê jî ji bo bigihêje mexdûrên erdhejê radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin.