Nêrîneke giştî li ser hilbijartinên Parlamenta Ewropayê

Parlamenta Ewropayê ku saziya qanûndanînê ya Yekîtiya Ewropayê ye, bi hilbijartinên ku her pênc salan carekê tê kirin, tê diyarkirin.

Hilbijartinên îsal wê di navbera 6 û 9'ê Hezîranê de pêk werin û ji 27 welatên endam 720 endamên Parlamenta Ewropayê (PE) bên hilbijartin. Parlamenta nû wê ji parlamenta kevn a ji 705 endaman pêk dihat 15 endam zêdetir bên hilbijartin.

Hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ku di sala 1979’an de hat avakirin rê li ber 360 mîlyon hilbijêrên Ewropayê ku nûnerên xwe hilbijêrin vedike. Li Belçîka, Bûlgarîstan, Luksembûrg û Yewnanîstanê dengdayîn mecbûrî ye.

DABEŞKIRINA KURSIYAN Û NÛNERTÎ

Li Parlamenta Ewropayê dabeşkirina kursiyan, li gorî nifûsa welatên endam û nûnerên welatên biçûk tên diyarkirin. Ji ber vê yekê, welatên biçûk xwedî hejmareke biçûk a endamên PE’yê ye û welatên mezin jî zêdetir xwedî endamên PE’yê temsîl dikin. Mînak wê Elmanya bi 96, Fransa 81, Awûstûrya 20, Îrlanda 11 û Malta 6 nûneran PE’yê temsîl bikin.

KOMÊN SIYASÎ

Endamên Parlamenta Ewropayê, li ser esasê îdealên wekhev ên girêdayî komên siyasî cih digirin. Her kom herî kêm ji çaryeka welatên Yekîtiya Ewropayê ji 23 parlamenteran pêk tê. Niha di parlamentoyê de heft kom hene:

- Partiya Gel a Ewropayê (navend/rast)
- Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamenta Ewropayê (sosyal demokrat)
- Koma Renew Europe (navend/lîberal)
- Keskan/Koma Tifaqa Azad a Ewropayê (ekolojîst)
- Muhafezekar û Reformxwazên Ewropayê (rast)
- Koma Nasname û Demokrasiyê (rastgiriyên tund)
- Koma Çep a Parlamenta Ewropayê - GUE/NGL

Tevî hikûmetên YE’yê parlementerên PE’yê jî ji bo siyaseta qanûnên hevpar ên ku dê bazara Ewropayê bi rêve bibe, deng didin.

Parlamenta Ewropayê Serokê Parlamentoyê hildibijêre û Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Komîseran erê dike. Parlementerên PE’yê hêza qanûndanînê bi Konseya Ewropayê re parve dikin, lê belê li gorî parlamentoyên neteweyî, mafê wan ê însiyatîfê nîne. Bi kurtasî nikarin rasterast qanûnan pêşniyar bikin. Lê belê dikarin metnek pêşkêşî Komîsyona Ewropayê bikin, naveroka wê muzakere bikin yan jî red bikin. Bêyî piştgiriya Parlamenta Ewropayê ti qanûn nikare bê qebûlkirin.

Asta tevlîbûna dengdêran wê nîşaneyek girîng derxe holê. Asta tevlîbûnê ku di sala 2014’an de ji sedî 57,46 bû, di sala 2019’an de daket ji sedî 49,88’an. Rêjeya tevlîbûna hilbijartina îsal jî wê bên qeyd kirin.