NCDK-S: Swêd bi radestkirina ciwanê Kurd hiqûq binpê kir!

NCDK-S'ê li dijî teslîmkirina ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr, ku Swêdê radestî Tirkiyê kiribû daxuyanî da û got,''Swêd hiqûqa xwe jî binpê kiriye.''

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-S) îro li ser teslîmkirina ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr daxuyaniyek da.

NCDK-S'ê di daxuyaniyê de got, ''Beriya bi çendekê hikûmeta Swêd ciwanê Kurd ê bi navê Resûl Ozdemîr radestî Tirkiyê kir û mohra xwe li ser skandalekê danî. Tam beriya bi 2 salana çawa ku hikûmeta jina Kurd Norwçêçe Gulîzar Taşdemîr a ku pozîsyona îltîcaya siyasî bû û radestiyê Tirkiyê kiribe, îradeya siyasî ya Swêd jî bi eynî rengî li gorî hiqûqa navnetewî ya îltîcayê neçûye, her wiha hiqûq û yasayî navnetewî binpê kiriye.''