NAV-YÊK'ê encamnameya kongreya xwe ya 3’emîn eşkere kir

Kongreya asayî a NAV-YÊK'ê (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî) ya 3’emîn di 3'yê Cotmeha 2020'an de, li bajarê Elmanya Bremenê bi dirûşmeya "Bi rihê Mam Zekî sazî û rêxistinên xwe xurt bike, Êzîdxana azad ava bike" bi tevlîbûna 180 delegeyî pêk hat.

Encamnameya kongreya 3'emîn a NAV-YÊK'ê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin.

Encamname wiha ye:

"Kongre ji aliyê herdu hevserokan Çîçek Yildiz û Yilmaz Gunay ve hat destpêkirin û bi rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên Êzîdxan û Kurdistanê domand. Pişrte jî ji aliyê oldaran ve qewlê olî ji bo Babaşêxê ku di 1'ê de Cotmehê de qadimguhestî û cangoriyên 73 fermanan hat xwendin û dua li wan hatin kirin. Piştî seremoniya olî, ji aliyê herdu hevserokan ve bixêrhatina mêvanan hat kirin, li ser pêvajoya ku civaka Êzîdî tê derbas dibe nirxandin hat kirin, spasiya hemû beşdar û mêvanan hat kirin.

Kongre li ser pêşniyara herdu Hevserokan û bi yekdengiya hemû delegeyan, diyarî Rêberê Olî yê civaka Êzîdî Babaşêx û pêşengê civaka Êzîdî cangorî Mam Zekî Şengalî hat kirin.

Di Kongreya ku dibin rewşa awarte ya pandemiya Covid-19 de hat lidarxistin, di serî de Hevserokên KNK, KCDE, nûnerên gelek saziyên civaka Êzîdî û Kurdistanî, Parlementerên Partiya Çep yên Parlementoya Eyaleta Elmanya Bremenê Cindî Tuncel û Mazlûm Koç jî di nav de, gelek kesayet amade bûn. Her weha gelek peyamên pîrozbahiyê jî, ji aliyê sazî, rêxistin û kesayetan ve hatin şandin. Di peyaman da, piştgirî bi civaka Êzîdî, Şengal û NAV-YÊK'ê re hat kirin û kongre hat silavkirin. Di tevahiya hemû peyaman de, ji bo qadimguhestina Babaşêx sersaxî ji civaka Êzîdî re hat xwestin û bal hat kişandin ser rola wî ya ji bo vê civakê.

Di Kongreyê de, raporên siyasî, civakî, kar , û xebata herdu salên dawî û darayî hatin xwendin, nîqaş û nirxandin li ser wan hatin kirin. Piştî nirxandin û nîqaşan rapor hatin erekirin. Di nirxandinên ku di encama raporan de hat kirin de, bal hat kişandin ser xeteriya tunekirin û qirkirina civaka Êzîdî bi giştî û hat gotin ku tenê bi rêxistinbûnek û sazîbûnek li gora demê, dikare pêşî li vê yekê bê girtin û ev qirkirin bê sekinandin.

Di kongreyê de ev sernav hatin nîqaşkirin, “Girîngiya Şengalê ya ji bona tevahiya civaka Êzîdî û siberoje wê, bidestxistina statuya Şengalê, jinûveavakirina Şengalê, parastina Şengalê, Vegera Şengalê, qebûlkirina fermana 3'yê Tebaxa 2014'an jenosîd e û dadgehkirina berpirsên qirkirinê.

Ji bona vê yekê jî biryar hat standin ku di navenda hemû kar, xebat, civîn û çalakiyên ku bê kirin de, Şengal, statu û xweseriya wê hebe. Ji bona van armancan jî, ew bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, di salvegera darbeya faşîst ya 12'Îlonê de, ya bi navê "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker dibin.

Di Kongreyê de, li dijî ferman, qirkirin û tunebûnê, li ser girîngî û rola Kongreya Êzidiyên Cîhanê jî hat rawestandin û hat gotin ku divê demekê ji ya din zûtir, ev proje bi serketî bi dawî bibe û ji bona vê yekê jî tiştê ku pêwist be were kirin.

Her weha bi dehan biryarê nû ji bona dema pêş hatin standin û rêveberiya herdu salên pêş jî hilbijartin. Rêveberiya nû ya dibin hevserokatiya Çîçek Yildiz û Hecî Çelîk de, bi sondxwarine û spasiya ji bo hemû delegeyan dest bi karê xwe kir."