NAV-DEM û PYD Ewropa banga tevlîbûna xurt a li Newroza Frankfûrtê kirin

NAV-DEM û PYD Ewropa bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna xut û girseyî ji bo 23’yê Adarê Newroza ku li Frankfûrtê bê pîrozkirin, kirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) anî ziman ku Newroza îsal bi berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiya berxwedana fedayî ya Zulkuf Gezen ê li Zindana Tekirdagê pêşwazî dikin got: “Em ê Cejna Newrozê ya Berxwedan û azadiyê ya Gelê Kurdistan û Mezopotamyayê li Navenda Elmanya bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ bi ruhê berxwedanê 23’ê Adarê li Farnkfutê pîroz bikin.”

NAV-DEM bang li hemû Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn kir û got: “Di serî de jin û ciwanên Kurdistanî, cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe bikin, cejna ji nû ve jiyan, cejna azadî û vejînê y neteweyî ya Kurd pîroz bikin.

Newrozê di serî de li malbatên şehîdan, gelê xwe, encamên mecîsa, hemû hevparan pîroz dikin. Bang dikin ku Newroza 2019’an bikin Newroza şikandina tecrîd, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê. Bila her kes bi girseyî û bi coş tevlî pîrozbahiya Newroza ku wê 23’ê Adarê roja Şemiyê bê pîrozkirin bibin.”

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê jî banga tevlîbûna bihêz ji bo Newroza Frankfûrtê kir.

PYD-Ewropa di peyam xwe de got; Bi ruhê berxedana Newrozê em ê tecrîdê têk bibin û em ê Efrînê rizgar bikin. Bi ruhê serkeftinên mezin, serkeftinên bêhempa yên şervanên YPG/ YPJ`ê û hêzên Sûriyê Demokratîk li dijî hêza reş û tarî hêza terora hov bi dest xistine em berê xwe didin Newroza 2019 a agira wê ta serkeftinê berxwedana serdemê gur dike. Em soz didin gelê xwe ku wê Efrîn bê rizgarkirin û wê proja me ya Rojvaya Azad û Sûriyeke Demokrat a nenavendî pêk bê.”

BANG

PYD-Ewropa bang li gelê Kurd yê Ewropa kir ku bi girseyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û gel vexwend Newroza Frankfûrtê ku wê 23’ê Adarê were pîroz kirin.