NAV-DEM: Bi agirê Newrozê em tecrîdê bişkînin

NAV-DEM Newroz pîroz kir û banga tevlêbûna xurt kir.

NAV-DEM’ê ji bo Newrozê peyamek weşand.

Di peyama NAV-DEM’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi giyanê berxwedêr ê ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ em ê Newroza îsal di 23’ê Adarê de li Frankfûrtê pîroz bikin.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li hemberî faşîzma AKP-MHP û DAÎŞ’ê berdêlên mezin didin û têkoşîna azadiyê ya dîrokî dimeşinin.

Em Newrozê bi giyanê fedaî yê Zulkuf Gezen, bi giyanê berxwedêrên çalakgerên greva birçîbûnê pîroz bikin. Divê em hemû gel, pêkhate, dost û nûnerên saziyên civakî vexwînin Newrozê û di warî de her kes peywira xwe bi cih bîne û di heman demê de divê ev çalakiyên ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê jî werin geşkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Newroza îsal de destûra standan jî hatiye dayîn û divê her kes tevlî malbat û cîranên xwe tevlî Newrozê bibin.