NAV-BEL'ê ji bo Mexmûrê dest bi kampanyayê kir -NÛ BÛ

NAV-BEL'ê ji bo kampa penaberan a Mexmûrê 10 meh in ambargo li ser heye, banga piştgiriyê kir.

NAV-BEL'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Bi navê Meclîsa Gel a Belçîkayê em piştgiriya bi Mexmûrê re mezin dikin."

NAV-BEL'ê bi bîr xist ku jiyana li cîhanê bi vîrûsa koronayê re teviziye û destnîşan kir, "Em; Kurdên li Belçîkayê ne dibêjin, bi ruhê yekîtiya neteweyî 'Bibin dengê Mexmûrê û bi tenê nehêlin'. Ji bîr neke, parastina jiyana mirovan parastina mirovahiyê ye. Li kampa Mexmûrê malbateke te jî heye... Eger tu dixwaze bibe dengê malbata xwe tu jî tevlî vê kampanyayê bibe, piştgiriyê mezin bike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kampanya xwişk û bira wê 7 meclîs, PYD, Heyva Sor a Kurdistanê bi hev re bimeşînin û hate gotin, heta niha xwedî li zêdeyî 100 malbatî derketine.

Di daxuyaniyê de ji bo kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin ev agahî hatin dayin:

AGAHIYÊN LI SER HESABÊN BANKAYÊ

Belçîka / Belgium / Belgien / Belgique / België 

ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-

Numéro d’entreprise:0032(0)470 94 64 19

ING BANK

IBAN: BE16 3630 6327 6574

mail:[email protected] 

www.koerdischerodehalvemaan.be 

www.heyvasor.com