Meclîsa Parlemeter a Konseya Ewropayê (MPKE) bi sernavê ‘COVÎD-19: Bang li Qanûna Înfazê ya Ceza ya Tirk dikin ku ji bo sererastkirina bandorên cihêkariyê divê bi lezgîn gavên qanûnî bavêje’ daxuyaniye nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de îfadeyên Hevraportorên Çavdêriyê yê Tirkiye yê MOKE Thomas Hammarberg (Swîsre, SOC), John Howell (Îngîltere EC(DA) li gel raportorê erdar Borîss Cîlevîcs (Lentonya, SOC) wan ên berê hatine referans nîşandan û daxuyaniya her sê raportanan a berê ku ‘Ji ber pandemiya Covîd-19 ji bo pêştgirtina şewba korona ya li girtîgehan, Qanûna Înfaz a Ceza ku a destûrê dide 90 hezar girtî zû yan bi şert bên berdan 14’ê Nîsanê erê kiribû, bi rêzdarî pêşwazî dikin, lê qanûna cihêkariyê ya têkildarî hinek komên girtî û hikûmxwariyan bi heyfî pêşxwazî dikin.”
Di daxuyaniyê de spasdariyên ji bo pêşîgirtin û tedbîrên li girtîgehan tên girtin hate nîşandan û ev hate gotin: “Li gel vê ne wek hev nêzîkbûna ligel aktivîstên civaka sivîl, akademîyen, rojnamevan û siyasetmedar ên di Parlemetoya Tirk de bi darezandinên bêedalet bi sûcên ‘terorîzîmê’ tên sûcdarkirin û dîsa rênedayîna tedbîrên destpêkê yên tibî ji kûr bi heyfî pêşwazî dikin.
Di mijara şewbê de bi gelê Tirk û rêveberên wê re di nava piştevaniyê de ne. Nêzîkbûnekî însanî û dîsa bi zanabûn û ziyan nedayîna yên ji ber sedemên siyasî hatine girtin û pirsgirêkên cidî yên wan ên tenduristiyê hene, wê di berjewendiyên rêveberên Tirk de be. Ji ber vê yekê; wan vedixwîin ku van mehkûman serbest berdin.
Ji bo meqamên rêveber dibêjin ku dîsa weke endamekî Konseya Ewropayê, divê guh bidin pêşniyarên di mijara têkoşîna bi Covîd-19 a ji aliyê saziyên çavdêrî ya ji aliyê CPT komîteya li dijî êşkenceyê ya Konseya Ewropayê, bi awayekî cidî li ber çavan bigirin, heman demê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya têkildarî gelek kesên girtî berê niha dabû di serî de bardana siyasetmedar Birêz Demîrtaş û welatparêz Kavala bên berdan. Qedera wan ji ber gotinên wan ên anîne ziman ên mîna gelek welatiyên Tirk ên din e. Ji ber şewba Covîd-19 di warê têkoşînê de ev rewş gihaye astekî ku hê girantir bibe.
Ji ber van sedeman hêviya me ew e ku rayedarên Tirk ji bo bidawîkirina vê bêedaletiyê gavên hiqûqî yên pêwîst bavêjin. Agahiya me heye ku muxalefet li gorî norm û nirxên Konseya Ewropa bi awayekî bi lez biryar bên girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Parlementoya Tirk a niha salvegera 100’emîn a xwe pîroz dike bi hêvî ne ku ji bo tam ji hêza xwe ya kontrolkirinê sûdê bigire bandorên qanûna înfazê bişopîne.”