Fransa: Bala me li ser DAÎŞ-Xorasanê ye

Seroka Daîreya Giştî ya Ewlekariya Hundir a Fransayê (DGSI, îstîxbarata navxweyî) Celîne Berthon da xuyakirin ku şaxa DAÎŞ'ê ya li Xorasanê (DAÎŞ-H) ji bo Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Hundir hedefa sereke ye.

Celîne Berthon di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara Le Point a roja Pêncşemê hat weşandin de, li ser gefa DAÎŞ-H got, "Ji bo me hedefa sereke ne." 

Celîne Berthon diyar kir ku ev rêxistina ku navenda wê li Efganistan û Pakistanê ye, pê zane bê mirovên ji Asya Navîn û Kafkasyayê koçî Ewropayê, bi taybetî jî Fransayê kirine, çawa bi kar bînin û bixin nava liv û tevgerê.

Seroka DGSI'yê Berthon got, "Ev mijar di sala 2022'yan de li Strasbourgê hate dîtin. Bêyî ku ev civak bi gumanbarî bê dîtin, divê bal li ser be."

Seroka DGSI, da xuyakirin ku yekîneyên wan ji bo "tiştên li Sahelê diqewimin" û bi taybetî ji bo pêşdeçûna DAÎŞ’ê ya li Efrîkayê "gelekî baldar" in.

Ji bo DGSI’yê mijara din a sereke şerê di navbera Îsraîl û Filîstinê ye. Celîne Berthon got, “Hamas ji bo qezenckirina mirovên li ser axa me, gelek qels e.”

Berthon got, “Em dibînin ku destekek mezin ji bo doza Filîstînê hate dayîn, lê ev şer ji aliyê rêxistinên cîhadî ve hate bikar anîn. Ev yek jî meylên xurt ên antîsemîtîk dide pêş.”

Di dawiyê de Celîne Berthon, da xuyakirin ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad a li Sûriyeyê yekîneyên ewlekariyê bi baldarî tevdigerin û got, "Em tevgerên welatiyên Fransayê yên li ser xaka Sûriyeyê dişopînin. Hin welatiyên me bi taybetî li bakurê rojavayê Sûriyê çalak in, di nava refên komên çekdar ên ku Beşar El-Esed serûbin kirin de hatin dîtin."

Patrona DGSI'yê got, "Nêzî 150 welatiyên Fransayê li girtîgeh an jî kampên li bakur rojhilatê Sûriyeyê tên ragirtin" û wiha dewam kir, "Pirsgirêka bingehîn ew e ku mirov binirxîne bê rewşa nû ya siyasî ya li Sûriyeyê wê encamên ewlekariyê bi xwe re bîne yan na.”

HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAÎŞ-XORASAN

DAÎŞ-Xorasan bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekkirin, ev yek tê zanîn. Di nava komên çete de yên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin, yên ji Asya Navîn hatine jî hene û yekser di bin sîwana dewleta Tirk de tevdigerin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di hevpeyvîneke xwe ya Çileya 2024'an ya li gel ANF'ê de gotibû, "Piraniya endamên DAÎŞ'ê yên hatin Rojava, welatên weke Tacîkîstan, Kazakîstan û Efganîstanê ne. Ji ber vê yekê nîşan dide ku planên Tirkiyeyê yên li ser Asya Navîn hene. Ev yek xwe dispêre plana, belavbûn, berfirehbûn û dostaniya wê ya li Asyaya Navîn. Bi vî rengî dixwazin li van herêman tevlîheviyê çêbikin. Li vir jî Tirkiye pişta xwe dide DAÎŞ'ê. Dibe ku navê wan DAÎŞ-Xorasan be lê piştgirî ji Tirkiyeyê digirin."

DI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BENDAVA TIŞRÎNÊ DE TÊN BIKARANÎN 

Herî dawî, ev komên çete ji meha Kanûnê û vir ve di dema êrîşên li hemberî Bendava Tişrînê de hatin bikaranîn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) got, "Di 2'yê Çileyê de bi sedan çeteyên koma çete ya 'Hûrras El-Dîn', welatiyên Ozbekîstan, Turkîstan û Çeçenîstanê, dewleta Tirk û çeteyên din ên girêdayî wê êrîşên dijwar birin ser gundewarê başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û gundewarê bendava Tişrînê." 

Di havîna sala 2020'an de dihat texmînkirin ku di bin kontrola Hûrras El-Dîn de bi qasî 30 welatiyên Fransayê hebûn. Ji vana 13 wekî "cîhadîstên çalak" hatin hesibandin. Çeteyên Hûrras El-Dîn ên destekê ji dewleta Tirk digirin ji endamên DAÎŞ û El Qaîde pêk tên, ev rastî ne veşartiye.