Servîsên Îstîxbaratên Ewropî: Dibe ku Rûsya di nava 3 an jî 5 salan de êrîş bike!

Servîsên Îstîxbaratê yên Yekîtiya Ewropayê hişyar dike ku dibe ku Rûsya di navbera 3 an jî 5 salan de amadehiya leşkerî ya Ewropayê biceribîne.

Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê diyar kir, ku divê Ewropa demildest hewla pêşîlêgirtina vê xetereya mihtemel bide.

Serokwezîra berê ya Estonyayê Kaja Kallas li Brukselê di civîna Ajansa Parastinê ya Ewropayê de axivî û got: "Divê em ne tenê ji bo pêşîlêgirtina şerî hewl bidin, di heman demê de divê em amadeyî senaryoya herî xirab jî bin.”

Li gor Kaja Kallas, servîsên îstîxbaratên Ewropî hişyar dikin ku dibe ku Rûsya di sala 2028'an de êrîş bike.

Kallas got, "Piraniya servîsên me yên îstîxbarata neteweyî dibêjin ku Rûsya dikare di nav 3 an jî 5 salan de rewşa amadebûna leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê biceribîne.”

Kallasê got, "Heger em têra xwe parastina xwe hêzdar nekin, Rûsya siberoj dê li dijî ewlehiya me bibe gefeke jiyanî." 

Wek nûnera herî giring a dîplomasiya Ewropî, Kallasê daxuyaniyên Serokê DYE’yê Donald Trump yên derbarê Ewropiyan de ku giringiyeke kêm didin parastina xwe bi bîr xistin.

Tê texmînkirin ku Dewletên Endamên Yekîtiya Ewropayê sala borî bi navînî ji sedî 1,9 ji hilberîna xweya navxweyî ji bo parastinê xerc kirine, lê Rûsyayê nêzî ji  sedî nehê dahata xwe xerc kiriye.

Kallas got, "Dem ne li aliyê Rûsyayê ye. Lê ne li aliyê me ye jî. Çinku em hîn jî bi têra xwe hewl nadin. Bêguman divê em ji bo dawîlêanîna şerî  bêtir  bêhtir hewl bidin. Lê divê em xwe ji şerî re jî amade bikin."

Kaja Kallas wiha pê de çû: "Ji ber ku Ewropa razemeniyê li parastina xwe nake, ev hêzeke bitalûke dide êrîşkaran. Lawaziya me hişyariyê dide me.”

Kallasê derbarê planên Rûsyayê de hûrgilî nedan, lê diyar kir ku Ûkrayna niha bi şerê li dijî Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewropayê re wext çêdike.

Kallas derbarê planên Rûsyayê de hûrgilî neda, lê diyar kir ku Ukrayna niha bi dijberiya Rûsyayê dema Yekîtiya Ewropayê dikire.

Kallah herî dawî diyar kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê heta niha 50 milyar euro alîkariya leşkerî dane. Heta dawiya meha pêşiya me wê 75 hezar leşkerên Ûkraynayî li Yekîtiya Ewropayê perwerde bin.