BI DÎMEN

Li Hannoverê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li Hannoverê Kurdistanî û dostên wan, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û berxwedana Rojava silavkirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê meş û mitîng hate lidar xistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê li hev kombûn. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê PYD’ê Hannover, Tev-Çand Hannover, Malbatên Şehîdan a Hannover û YDG Hannover axaftin hatin kirin. Di axaftinan de di şexsê şehîdên Tişrînê de hemû şehîd hatin bibîranîn û hat diyar kirin ku ew ê xwedî li destketiyên gelê Kurd derkevin. Di heman demê de komkujiyên ku ji aliyê dagirkeran ve tê pêkanîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Tirşînê hate slavkirin û hate diyar kirin ku heta Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad nebe, divê Kurd û dostên wan kolanan neterikînin.

Di meşê de dirûşmên mîna "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana YPJ/YPG’ê", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin û alên YPG, YPJ, QSD’ê hatin hilgirtin.

Meşa ku li pêşiya stasyona trenê destpê kir, li Qada Steintor bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.