Meşa dirêj a li Kopenhagê bi mîtîngekê bidawî bû

Meşa dirêj a li paytexta Danîmarka Kopenhagê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku roja Şemiyê destpêkiribû bi mîtîngekê bidawî bû.

Meşa dirêj a li Kopenhagê roja Şemiyê li taxa Glostrûpê destpêkiribû.

Çalakger roja destpêkê 17 kîlometre meşiyabûn û li qada Kûltorvetê li hev civiyabûn. Roja duyem jî ji îstasyona Herlevê heta navenda bajêr 12 kîlometre meşiyabûn.

Piştre çalakger li qada Kûltorvetê kom bûn û meşa dirêj bi mîtîngekê bidawî kirin.

Di mîtîngê de aktivîsta tevgera derdor a gerdûnî “ Extinction Rebellion” Lûcas Olîver bîgandt axivî.

Bîgandt diyar kir ku tecrîda li ser Oclan li dijî mirovahiyê ye, şoreşa Rojava modele alternatîf û divê her kes xwedî li vê modelê derbikeve.

Meşa ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Kopenhag û Meclîsa Jinan a Sêvê pêşengtiya wê dikir bi dirûşmeyan bidawî bû.